Jinên Tebqayê: Divê hemû jin li dijî dewleta Tirk a dagirker serî hildin

Jinên bajarê Tebqayê ku tev li meşê bûne, got divê hemû jin li dijî dewleta Tirk a dagirker serî hildin û hebûna xwe îsbat bikin, ji ber ku jin pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Jinên Tebqayê: Divê hemû jin li dijî dewleta Tirk a dagirker serî hildin
23 kanûn, 2018   11:49

TEBQA

Jinên bajarê Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin.

Di vê çarçoveyê de jinên ku tev li meşê bûne, ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û bang li hemû jinan kir ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hildin.

Sefiya El-Ehmed diyar kir ku ew ê 17 kîlometreyan bimeşin, armanca wan ew e ku hebûna xwe îsbat bikin û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî gefên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Sefiya destnîşan kir ku ew tu carî derfetê nadin dewleta Tirk a dagirker ku bihostekê ji xaka wan dagir bikin, her wiha bang li hemû jinên azadîxwaz kir ku tev li seferberiyê bibin da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

Heyfa El-Tebûşî destnîşan kir ku ew bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê tev li meşê bûne û diyar kir ku jin pêşengên şoreşa Rojhilata Navîn in û dê li djî dagirkeriyê bisekinin.

Leya El-Elî jî diyar kir ku ew li dijî gefên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li meşê bûne.

Jiyan Mihemed hezkirina xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyar kir û wiha got: "Tu kes nikare xaka me dagir bike. Ji ber ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Em ê bi yekitiya xwe li dijî hemû gefan bisekinin."

(bx)

ANHA