Jinên Tebqayê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan

Bi sedan jinên herêma Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.

Jinên Tebqayê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Jinên Tebqayê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Jinên Tebqayê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Jinên Tebqayê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
Jinên Tebqayê li dijî gefên Tirkiyê meşiyan
23 kanûn, 2018   10:45

TEBQA

Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek li dar xist. Meş ji gundê El-Henîda yê rojhilatê bajarê Tebqayê dest pê kir.

Di meşê de al û sembolên jinan û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Na ji faşîstê berberî re", "Ji Erdogan re mirin" û her wiha alên MSD û QSD’ê hatin hildan.

Rêveberên Rêveberiya Jinan û bi sedan jin tev li meşê bûn.

Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê û berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş ber bi bajarê Tebqayê ve çû. Tê payîn ku şêniyên bajêr ji ber Çerxerêya El-Elem a deriyê veguhestinê yê başûrê bajar meşvanan pêşwazî bikin.

(bx)

ANHA