Jinan di warê siyasî de cihekî taybet ji bo xwe ava kir

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê roleke pêşeng di warê siyasî de bi rêya biryardayînê û xwebirêxistinkirinê bi rêya tevlêbûna kongre û diyalogan dilîze. Bi rêjeya ji sedî 50 di partiyên siyasî de cihê xwe digire.

Jinan di warê siyasî de cihekî taybet ji bo xwe ava kir
23 kanûn, 2018   08:18

ROZANA DAWDO - SÎLVA MISTEFA / HELEB

Di dirêjahiya dîroka Rojhilata Navîn de ruxmî sloganên ku banga pêşxistina asta jinan dikirin, lê jin dûrî warê siyasî man û tevlêbûna wan di vî warî de di çarçoveya beşdarbûnê de ma.

Tê zanîn ku di şeran de gelek encamên neyînî dertên holê, lê bi destpêkirina şoreşa Rojava re jinan bi berxwedana xwe, xwe di warê siyasî de ruxmî kevneşopiyên civakê îsbat kir.

Bi berdewamkirina şoreşê re gelek partiyên siyasî, deste û meclis hatin avakirin û li bajar û taxên din hatin rûniştandin. Ji wan yek jî taxa Şêxmeqsûd e. Li taxê rêjeya jinên siyasetmedar di partiyên siyasî yên taxê de ji sedî 50 ye.

Têkildarî mijarê endama Meclisa Hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk şaxê Helebê Fehîme Hemo destnîşan kir ku di dema ku jin ji hemû qadan hatibûn dûrxistin û di radeya yekemîn de hatibûn hedefgirtin, mohra xwe di dirêjahiya salên şerê Sûriyê de di warê siyasî de danî.

Girêdayî destpêkirina têkoşîna jinan di aloziya Sûriyê de Fehîme destnîşan kir ku li gelek herêmên Sûriyê ji ber zîhniyeta pergalên mêrserweriyê jin ji mafên xwe bê par man.

Fehîme dibîne ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, atmosfera jin di mal de bimîne, bi rêya derbirîna nêrînên xwe di warê siyasî de şikandiye û hewl da bi rêya tevlêbûna kongre û diyalogan xwedî biryar be û xwe bi rêxistin bike.

Siyaset erkeke ji erkên civakê ye

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê û endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jin a partiyê Xalîde Ebdo tekez kir ku jinên Sûriyê di encama nakokiyan de gelek êş û azar kişandine û li beramberî wê roleke aktîf di warê siyasî de lîstin.

Di nav gotinên xwe de Xalîde destnîşan kir ku di dirêjahiya salên borî de jinan xwe bi rêxistin kir û bûn xwedî biryar û nêrîn. Li gorî pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, siyaset erkek ji erkên civakê ye, ji lew re aloziya Sûriyê dê bi rêya siyasetê û bi tevlêbûna jinan çareser bibe.

Di dawiyê de Xalîde Ebdo hêvî kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng û nenavendî, jin xwe di warê siyasî de birêxistin bikin û xwedî rêgez bin.

(şx)

ANHA