Şêniyên Til Temirê: Em xwediyên projeyeke demokratîk in û em ê ji bo wê tê bikoşin

Şêniyên Til Temirê  gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û teqez kir ku  ew xwediyên projeyeke demokratîk in û dê ji bo pêkanîna wê tê bikoşin.

Şêniyên Til Temirê: Em xwediyên projeyeke demokratîk in û em ê ji bo wê tê bikoşin
23 kanûn, 2018   07:14

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Li hemberî gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên gel zêde dibin. Girêdayê vê mijarê şêniyên navçeya Til Temirê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û gotin ew ê herêmên xwe ji êrîşên muhtemel biparêzin.

Welatiyê bi navê Idrîs Yûnis destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne li kêleka hêzên xwe yên leşkerî parastinê bikin.

Yûnis diyar kir ku ku gelên herêmê sîstemeke azad û demokratîk pêk  tînin da ku bi azadî bijîn û anî ziman ku pêwîst e dewletên Ewropayê zextê li Erdogan bikin da ku zêdegaviyên xwe yên li dijî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê rawestîne.

Yûnis destnîşan kir ku biryara Amerîkayê ya vekişandinê encamên tîfaqên navdewletî li ser berjewendiyan e û wiha domand: "Beriya sala 2014’an bi gelê xwe û berxwedana xwe me şerê terorê dikir, di heman demê de bêyî ku em xwe bispêrin Amerîkayê em li hemberî gefên Erdogan jî disekinîn. Em xwediyê projeya neteweya demokratîk in, ji bo pêkanîna vê projeyê em tê bikoşin, em parçebûnê naxwazin wekî ku hin kanalên ragihandinê îdia dikin."

Ji aliyê xwe ve Elî Osman girêdayî mijarê axivî û wiha got: "Em ji gefên Erdogan natirsin, ji ber em xwediyê vîneke bihêz in.  Belê, li gel me çekên giran tune ne, lê vîneke bihêz heye û em ê axa xwe biparêzin.”

Osman di dawiyê de soza li ser xeta şehîdan meşînê da û teqez kir ew parçebûna Sûriyê naxwazin û dê ax û gelê xwe biparêzin.

ANHA