Nexweşxaneya Kesrayê; xebatên bê navber

Salek di ser vekirina nexweşxaneya Kesrayê re derbas bû û nexweşxane bê pere xizmeta tenduristiyê pêşkêşî nexweşên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê dike. Nexweşxaneya Kesrayê tevî derfetên kêm jî rojane derdora 400 nexweşan pêşwazî dike.

Nexweşxaneya Kesrayê; xebatên bê navber
Nexweşxaneya Kesrayê; xebatên bê navber
Nexweşxaneya Kesrayê; xebatên bê navber
Nexweşxaneya Kesrayê; xebatên bê navber
22 kanûn, 2018   07:56

DÊRAZOR

Nexweşxaneya Şehîd Zekeriya ya navçeya Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê, beriya salekê hate vekirin. Nexweşxane bi derfetên xwe yên kêm alîkariya nexweşan dike.

Nexweşxaneya Şehîd Zekeriya ji beşên jin, damar, dil, hestî, çerm, cerrahiya giştî û dermankirina fizîkî pêk tê. Di nexweşxaneyê de 40 bijîşk û hemşîre dixebitin.

Li gorî rêveberên nexweşxaneyê, li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê bi tenê ev nexweşxane heye. Nexweşxane rojane derdora 400 nexweşan pêşwazî dike.

Nexweşxe desteka xwe ji Heyva Sor a Kurd û Komîteya Tenduristiyê werdigire.

Berpirsên nexweşxaneyê diyar kir ku alavên mîna kontak, eşia, textîta dil û hin cure derman tune ne.

ANHA