12 hezar çente li xwendekarên Efrînê hatin belavkirin

Li Şehbayê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi hevkariya Heyva Sor a Kurd 12 hezar û 248 çenteyên dibistanan li ser 3 beşan, li gundewarên Şehba û Şêrawayê belav kirin.

12 hezar çente li xwendekarên Efrînê hatin belavkirin
12 hezar çente li xwendekarên Efrînê hatin belavkirin
12 hezar çente li xwendekarên Efrînê hatin belavkirin
12 hezar çente li xwendekarên Efrînê hatin belavkirin
12 hezar çente li xwendekarên Efrînê hatin belavkirin
22 kanûn, 2018   07:47

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi hevkariya Heyva Sor a Kurd çenteyên dibistanan ji xwendekarên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê re peyda kirin.

KPC-D di beşa yekemîn de 5 hezar û 98 çente li 3 hezar û 558 xwendekarên gund û navçeyên Ehres, Til Rifet û Kefernaya yên kantona Şehbayê û hezar û 540 xwendekarên gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê belav kirin.

Di beşa duyemîn de nêzî 6 hezar û 150 çente li gundewarên navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hatin belavkirin.

Komîteyê di beşa 3`ymîn de jî nêzî hezar çente li gundewarên navçeya Ehdas a kantonê belav kirin.Her wiha komîteyê pêdiviyên perwerdeyê li xwendekaran belav kirin.

Girêdayî mijarê ji rêveberên Komîteya Tenduristiya Dibistanan Rûgeş Ebdo ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku armanca wan ku pêdiviyên pêwîst ji xwendekaran re peyda bikin û destnîşan kir ku belavûna pêwîstiyên xwendinê 3 rojan li gund û navçeyên Şehba û Efrînê dirêj kir.

Li gundewarên navçeya Şêrawa 15, navçeya Ehres û gundewarên wê 9, navçeya Kefernaya 4, navçeya Til Rifet û gundewarên wê 6 û navçeyên Fafîn, Ehdas û gundewarên wan 33 dibistan hene.

(bx)

ANHA