Tirkiye  dixwaze li Kerkûkê sefaretxaneyekê veke

Sefîrê Tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz bi daxuyaniyekê eşkere kir ku bi awayekî fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine ku sefaretxaneyek ya Tirk li bajarê Kerkûk û Necefê veke.

Tirkiye  dixwaze li Kerkûkê sefaretxaneyekê veke
22 kanûn, 2018   08:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Sefîrê Tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz di demê borî de çend caran bi hincetên cuda serdana bajarê Kerkûk ê başûrê Kurdistanê kiribû û di her serdanekê de daxuyaniyên sosret dabûn. Yildiz vê carê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku daxwazî ji hikûmeta Iraqê kiriye ku rê bê dayîn ku sefaretxaneyeke ya Tirk li bajarê Kerkûkê bide vekirin.

Bi seferatxayê dixwaze dagirkeriyê zêdetir bike

Tirkiye ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û bi taybet Kerkûkê serî li her rêyê dide. Destpêkê komên çete berhevkirin li Tirkiyê perwerde kirin û li Kerkûkê bi cih kirin. Piştre jî li herêma Daqûqê komên çete yên di bin navê Tirkmenan de li herêmê perwerde dikin ji bo dagirkirina Kerkûkê. Niha jî Fatîh Yildiz diyar dike ku sefaretxaneyekê li Kerkûkê bide vekirin, hê baştir bikare dagirkeriya xwe zêdetir li herêmê pêkbîne.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di gelek daxuyaniyên xwe de anîbû ziman ku Kerkûk bajarekî yê Tirkiyê ye û her wiha sefîrê Tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz jî gotibû; ‘Kerkûk xaka bav û bapîrê me ye’.

Her wiha di plansaziyên Tirkiyê de heye ku li Mûsil û Besra jî sefaretxaneyên Tirk vekin. Li bajarê Hewlêr sefaretxane û li bajarê Silêmanî jî nûnertiyek heye ku vîze bide welatiyan.