‘Heger edalet li ba dewletan hebaya wê sînorek ji gefên Tirkiyê re danîbana‘

Şîraz Hemo got: "Heger hinek edalet li gel dewletên cîhanê hebaya wê sînorek ji gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danîbana.

‘Heger edalet li ba dewletan hebaya wê sînorek ji gefên Tirkiyê re danîbana‘
22 kanûn, 2018   05:20

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo li ser gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Şîraz gotinên xwe wiha dest pê kir: "Di demên dawî de gef û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê û çirûska Şoreşa Rojava ve roj bi roj trisa wê ji projeya demokratîk û belavbûna wê li herêmê xuya dibe."

Şîraz Hemo gefên Tirkiyê bi serkeftina komcivînên ku li herêmê têne lidarxistin ve girêda û got: "Binpêkirinên Tirkiyê li hemberî sivîlên Efrînê piştî ku siyaetên wê qirêj li dijî sivîlan bi belge û şahidan eşkere bûn zêde bûn. Di civîn û komcivînan de bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê hatin lidarxistin binpêkirin û siyaetên Tirkiyê bi belgeyan û li ser zimanên şahidên ku bûne qurbaniyên hovîtiya wan hatin teşhîrkirin."

Şîraz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca sereke ya dagirkeriya Tirkiyê serdema desthilatdariya Osmanî li herêmê vegerîne û wiha pê de çû: " Siyseta înkarkirinê û asîmlekirinê yên ku Tirkiyê li Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê dimeşîne isbata vê yekê dike. Îro dixwaze tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, da ku siyaseta xwe bidomîne. "

Şîraz Hesen di nava axaftinên xwe de hişyariya planên dewleta Tirk da û wiha domand: "Planên Tirkiyê ku serdema desthildariya Osmanî vegerîne, ji bo niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeter e, planên wê yên dagirkirinê ji Sûriyê heya Kerkûk û Musil e, dixwaze niştecihên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin."

Di dirêjahiya gotinên xwe de Şîraz bal kişand ser nakokiyên ku li Tirkiyê rû dane û got: "Tirkiyê dibêje ku ew êrîşî noqteyên Amerîkayê nake, tenê dê êrîşî YPG û YPJ'ê bike. Tê zanîn ku YPG û YPJ'ê hêza sereke di QSD'ê de ye û li xaka Sûriyê bi giştî şerê terorê kiriye û hîna jî dike. Tirkiyê bi rêya van gefan piştgiriya DAIŞ'ê dike."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Eger hinek edalet li gel dewletên cîhanê hebûya, wê hewl bida ku aloziya Sûriyê çareser bike û sînorekî ji gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê danîbaya."

(şx)

ANHA