ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.12.2018
22 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanekî QSD‘ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li goristana Şehîdên Şedadê oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Xwendekarên kantona Efrînê civîneke berfireh ji xwendekarên Efrînê re li dar dixe û rewşa xwendekaran nîqaş dikin. Civîn li hola Kampa Serdemê tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya mertala zindî ya şêniyên herêma Serêkaniyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 4‘emîn de didome. Di heman demê de çalakiyên konvedanê li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeyên Girkê Legê û Dêrikê ji bo şervanên YPG‘ê Egîd Girkê Legê, Egîd Til Koçer û Hemze Bajar ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn sersaxî tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şedadê teqez kirin ku pêwîste cîhan bêdeng nemîne û gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin û gotin "Çawa me hêza DAIŞ şkand em ê hêza dagirkeriya Tirkiyê jî bişkînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokeşîrên herêma Tebqayê diyar kirin ku eşîreyên Ereb dê li kêleka QSD‘ê  li xendeqên berxwedanê herêmê biparêzin û gotin gelê herêmê ji gefên dewleta Tirk natirsin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şîraz Hemo anî ziman ku heger dewletên cîhanî rastî dixwazin aloziya Sûriyeyê çareser bibe, bila sînorekî ji gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Dayikên taxa Şêxmeqsûd binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin"Ocalan bi fikrê xwe azad e û fikrê wî li ser erdê di pratîkê de ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdan ên navçeya Amûdê li hemberî gefên Erdogan gotin yên ku parastina wan dikin YPG û YPJ‘ê ne û mafê wan e ku herêmê biparêzin. Dayikan gotin siyaetên dîktatoriyê di demekê de ku rêxistinên hiqûqî bêdeng in têne meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Ahrîman Hesen mamosteyê wênesaziyê ye. Pîşeya xwe bi xêzkirina çend wêneyên hêsan destpê dike û piştre wêneyan ser dîwaran xêz dikin, wêneyên wê yên rengûreng bêrîkirina welatê dagirkirî Efrîn parve dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Salek di ser vekirina nexweşxaneya Kesrayê re derbas bû, nexweşxane bê pere alîkariyên tenduristiyê pêşkêşî şêniyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê dike. Nexweşxaneya Kesrayê tevî derfetên kêm rojane der dora 400 nexweşî pêşwazî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Parastina Civakî ya navçeya Dirbêsiyê ji destpêka hatiye avakirin li gel hêzên Asayîşê ewlehiya herêmê diparêze. Endamên Hêzên Parastina Civakî dibêjin "Erka wan a sereke parastina welatiyan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi hevkariya Heyva Sor a Kurd li Şehbayê 12 hezar û 246 çenteyên dibistanê li xwendekarên li gund û navçeyên Şehba û Şêrawayê belav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA