Dayikên girtiyan: Fikrên Ocalan azad in

Dayikên girtiyên li girtîgehên Tirkiyê yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, binpêkirinên Tirkiyê der heqê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û got 'Fikrên Ocalan azad in û li ser erdê pêk tên'.

Dayikên girtiyan: Fikrên Ocalan azad in
22 kanûn, 2018   06:35

ARŞÎN NECAR / HELEB

Dewleta Tirk di ferzkirina tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berdewam e. Dozgeriya bajarê Bursayê daxwaza hevdîtinên parêzeran bi gelek hincetan red dike. Girêdayî mijarê dayikên girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk destnîşan kir ku tecrîd dê Ocalan ji wan dûr nexe.

Dayika Dîlber Mele Nasan, dayika girtiyê bi navê Mistefa ye ku beriya 24 salan ji hêla dewleta Tirk ve hatiye girtine û wiha got: "Dewletên kapîtalîst ji ber tirsa xwe ji fikrên Ocalan ên ku azadiya gelên tevahiya cîhanê armanc dikin, ji lew re Ocalan girt û tecrîdeke giran lê ferz kir."

Dîlber destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li hember daxwazên gelê herêmê siyaseta çewisandinê dimeşîne û wiha domand: "Armanca Tirkiyê tepeserkirina rastiya gel e ku banga demokrasiyê dike."

Di dawiya gotinên xwe de dayika Dîlber diyar kir ku ew ê li hember êrîşên dagirkeriyê heya serkeftinê li ber xwe bidin û ji bo qewirandina dagirkeriya Tirk dê hevgirtina xwe ava bikin. Her wiha destnîşan kir ku fikrên Ocalan azad in û li ser erdê pêk tên.

Dewletên cîhanê ji binpêkirinên Tirkiyê re li ku derê ne?

Ji aliyê xwe ve Dayika Fatme Hesen dayika girtiyê bi navê Kamîran ku ji 26 salan ve di girtîgehên Tirkiyê de ye, destnîşan kir ku hemû gelan fikrên Ocalan ên ku banga azadiyê û xilasiya hemû gelan ji pergalên zordestiyê dikin, pejirandine.

Dayika Fatme di nav gotinên xwe de bêdengiya navdewletî û cîhanî li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker der heqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda giran a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kirin û wiha got: "Gelo dewletên cîhanê ji binpêkirinên Tirkiyê re li ku derê ne?"

Dayika Fatme di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxele bikin, tecrîdê rakin û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin.

(şx)

ANHA