Meclisa Jinên Sûriyê: Gelê Sûriyê wê li hemberî astengiyan bisekinin

Meclisa Jinên Sûriyê hişyariya xeteriyên gef û binpêkirinên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê da û diyar kir ku jinên Sûriyê di herêmê biparêzin.

Meclisa Jinên Sûriyê: Gelê Sûriyê wê li hemberî astengiyan bisekinin
21 kanûn, 2018   19:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyeyê têkildarî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî ji bo raya giştî da û banga diyalogên niştimanî di navbera hemû aliyên Sûriyê de kir ku karibe planên li dijî herêmê têk bibe.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de xebatên siyasî ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyê têne meşandin Tirkiyê gefên xwe yên êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê zêde kirine û şerekî nû gûr dike ku herêmê ber bi karîseteke mezin ve bikşîne.

Hêza Tirkiyê nema ye, bûyerên leşkerî, siyasî û pêşketinên ku li Sûriyeyê rû dide gelek pirsan derbarê çarenûsa rêxistina DAIŞ‘ê û gumanên sînaryoyên dagirkirina hêzên Tirkiyê li xaka Sûriyê derdixîne pêş. Ev yek ji bo şêniyên herêmê dibin cihê fikaran. Sînaryoya Efrînê hîna ji bîr nebûye.

Wekî Meclisa Jinên Sûriyeyê em hişyariya xeteriyên gef û binpêkirinên Tirkiyê didin, di heman demê de gefên ku li dijî herêmên me têne kirin red dikin, her wiha hişyariya encamên van gefan li ser xakîngariya herêmê û niştecihên wê bi taybetî li ser jinan dikin.

Wekî jinên Sûriyê em parastina xaka xwe bikin, parastina gelê Sûriyê bikin. Yê ku rêya serkeftinê nîşan kiriye û teror têk biriye wê ji bo parastina rûmet lewaz nebe. Careke din em bang li hêzên niştimanî dikin ku rê li ber fitin û tevliheviyê bigirin û gavên ber bi pêvajoya siyasî bavêjin da ku bighêjin yekitiyê û planên li dijî erdîngariya me têne kirin têk bibin.

Wekî jinên Sûriyê em bi nasnameya xwe bawer in, hêviyên me gelê me ye, em di wê baweriyê de ne ku dê li hemberî hemû xeterî û astengiyan bisekinin û welat ber bi aramiyê ve bibe."