Li Xezayê: Kesek mir û 40 jî birîndar bûn

Bi hezaran welatiyên Filistînê di çarçoveya çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" de ku ketiya îna xwe  ya 39‘an herikîn sînorê Xezayê, di encama mudaxeleya hêzên Îsraîlê de kesek mir û 40 jî birîndar bûn.

Li Xezayê: Kesek mir û 40 jî birîndar bûn
21 kanûn, 2018   17:14

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihandin ku bi hezaran filistînî di çarçoveya çalakiyên îna 39‘an de ku navê "Wefedariya Lehengên Berxwedana Difayê" lê kiribûn ber bi wargehên li ser sînorê rojhilatê Xezayê û çalakî li dar xistin.

Nûçegihanê me diyar kir ku hêzên Îsraîlê guleyên rast û xaza rondikrêj avêtin çalakgeran. Di encamê de zarokê bi navê Mihemed El-Cehcûh ê 16 salî ku di sûtyê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da, her wiha 40 kesên din birîndar bûn, piraniya wan birînên wan sivik in.

ANHA