Cenazeyê 3 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" hatin veşartin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê 3 şervanên YPG‘ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Til Koçerê spartin.

Cenazeyê 3 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" hatin veşartin
Cenazeyê 3 şervanên "Şerê Tinekirina Terorê" hatin veşartin
21 kanûn, 2018   16:52

QAMIŞLO
Bi sedan şêniyan cenazeyê şervanên YPG‘ê Ehmed Xelef (Egîd Girkê Legê), Enwer Hentûş (Egîd Til Koçer) û Hemza El-Elî ( Zinar Bajar) ku di "Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Til Koçerê ve bi rê ketin.

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ku li Çerxerêya Azadî ya navçeyê kom bibûn beşdarî kerwanê cenaze bûn.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê YPG‘ê ve dest pê kir. Ji fermandarên YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Xêrkê got: "Hêzên me yên leşkerî di salên dawî de îsbat kirin ku hêzên herî aktîv li herêmê ne ku dikare tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze û çeteyên DAIŞ‘ê têk bibe."

Mihyedîn Xêrkê soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Rêveberiya Xweser endamê Hevserokatiya Desteya Şûnwar û Tûrîzmî Hisên Elî axivî  jî axivî û ev tişt anî ziman: "Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Dijmin dixwaze destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatina qezenckirin têk bibe, dixwaze hevgirtina me têk bibe, bila her kes nas bikin ku hêza me hevgirtin û îradeya me ye, em ê ji dijmirin re nebin pariyek ku bi zû were daqurtandin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin veşartin.

ANHA