‘ Em ê xeta berxwedanê bidomînin û herêmê biparêzin‘

Endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Azad Berazî û endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mustefa Ferhan bang li rêxistinên mirovî kirin ku ji gefên Erdogan ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka xwe pêk bînin. Berazî û Ferhan teqez kirin ku ew ê li hemberî her êrîşan bisekinin.

‘ Em ê xeta berxwedanê bidomînin û herêmê biparêzin‘
21 kanûn, 2018   17:51

HESEKÊ

Endamên partiyên siyasî yên Serêkaniyê beşdarî çalakiya gelê Serêkaniyê ya bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk dibin.

Ji kesên ku beşdarî çalakiyê bûne endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Azad Berazî û endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mustefa Ferhan in. Berazî û Ferhan têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanca wan a tevlêbûna çalakiyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Azad Berazî anî zimanî ku rewşa heyî li wan ferz dike ku li kêleka gel bisekinin û wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku Erdogan gefan dixwe. Ji destpêka ku projeya demokratîk hatiye ragihandin û serkeftinên mezin bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin ve Erdogan gefên dagirkirina herêmên me dixwe, da ku destkeftiyên me têk bibin."

Azad Berazî destnîşan kir ku Erdogan ne tenê Kurd hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên navdewletî kir ku projeya demokratîk bi parêzin û ji bîr nekin ku gelê Kurd li dijî DAIŞ‘ê şerên dîrokî meşand.

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mustefa Ferhan jî got: "Em tev li çalakiyê bûne da ku gefên Erdogan red bikin. Em ê xaka xwe ji êrîşên dagirkeran bi parêzin, ji bere m xwediyê vî erdî ne û parastina wê mafê me ye."

Ferhan di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî kir û got: "Divê li kêleka me biskinin, ji ber ku gefên Erdogan nasnameya Kurd dike hedef. Bila erka xwe ya mirovî pêk bînin."

ANHA