MSD: Heke êrîş li ser herêmê çêbin, em ê nekarin çeteyên girtî li gel xwe bihêlin

Ajansa Reuters li ser zimanê berpirsên MSD`ê diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) heger êrîş li ser herêmê pêk werin, dê nekarin girtiyên çeteyên DAIŞ`ê li gel xwe bihêlin.

MSD: Heke êrîş li ser herêmê çêbin, em ê nekarin çeteyên girtî li gel xwe bihêlin
21 kanûn, 2018   13:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajana Reuters, hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demoratîk (MSD) Îlham Ehmed îro di civîneke çapemeniyê de li paytexta Fransa Parîsê, diyar kir ku heger êrîşek li ser herêmê pêk were, dê QSD nekare çeteyên DAIŞ`ê yên girtî, li gel xwe bihêle.

Berpirsên MSD`ê bi armanca nirxandina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya di navbera Fransa û MSD`ê de ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana Fransayê kir û li Parîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed jî diyar kir ku heger êrîş li ser herêmê pêk werin, dê şervanên QSD`ê neçar bimînin ku ji nuqteyên şer li Dêrazorê vekişin û parastina sînorên xwe Ii hember êrîşên dewleta Tirk bikin, ji ber ku heta niha bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê li herêmê hene.

Îlham Ehmed bang li Fransayê kir ku firîna balafiran li ser asîmanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bike.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar jî got tu êrîşên li ser herêmê dê rê li pêşiya belavbûna çeteyên ku alîkariya xwe ji Tirkiyê werdigirin, veke.

Wezîra parastinê ya Fransayê Florence Parly diyar kir ku biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne "pir xeternak e".

Her wiha nûnerê Fransayê li NY`yê François Delattre beriya niha gotibû girîng e ku DYA rewşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ber çavan re derbas bike da ku tu zehmetiyên mirovî yên nû li herêmê çênebin ango çete li herêmê vegerin.

François Delattre diyar kir ku şer bi dawî nebûye û hişyarî da ku şerê li herêmê dibe ku terorîst jê sûdê wergirin.

(bx)