Sersaxî ji malbata şehîd Rûşan re hate xwestin

Şêniyên bajarê Helebê di mersîma sersaxiya şehîd Îbrahîm Nebo de soza şopandina rêya hemû şehîdan nû kirin û gotin gefên Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya siyasetên bipêkirinê yên li dijî gelên herêmê de ye.

Sersaxî ji malbata şehîd Rûşan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rûşan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rûşan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rûşan re hate xwestin
21 kanûn, 2018   14:21

HELEB

Bi dehan şêniyên bajarê Helebê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Nebo (Rûşan Efrîn) ku duh li goristana şehdîan a gundê Beno hate oxirkirin re xwestin.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li mala şehîd a aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.

Endam, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan şêniyên taxa Şêxmeqsûd tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nayila Nasir û bi navê komîna Şehîd Gelhat axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin. Her wiha hate dedtnîşankirin ku şehîdan ji bo azadî û rizgarkirina gelê herêmê bi canê xwe rêya têkoşînê ronî kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û wiha hate gotin,"Dektatorê Erdogan bajarê Efrînê dagir kir û niha jî gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li dijî gelê Kurd dixwe. Li bermaberî vê yekê jî hemû dewletên cîhanê bê deng in."

Her wiha hate diyarkirin ku binpêkirinê dewleta Tirk li vê derê nesekinînelê belê tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dike , nahêlin ku malbata wî serdana wî bike û ji ber wê divê rêxistinên mafê mirovan der barê vê yekê bê deng nemînin.

Di dawiyê de soza şopandina rêya hemû şehîdan hate dayîn.

Ji aliyê xwe ve birayê şehîd Rûşan Efrîn, Beşar Nebo soz da ku ew ê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin û heger were xwe di oxira wê de dê canê xwe feda bikin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin bidawî bû.

(bx)

ANHA