Li ser sînorê Serêkaniyê gel ji dagirkeriyê re dibêje na

Di roja sêyemîn a çalakiya kon a li ser sînorê Serêkaniyê ya kantona Hesekê de, şêniyên herêmê li dijî Tirkiyê dengê xwe bilind kir û got “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”.

Li ser sînorê Serêkaniyê gel ji dagirkeriyê re dibêje na
Li ser sînorê Serêkaniyê gel ji dagirkeriyê re dibêje na
Li ser sînorê Serêkaniyê gel ji dagirkeriyê re dibêje na
21 kanûn, 2018   13:00

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê di roja sêyemîn de beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha hevserokên Meclisa Kantona Hesekê, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdarî çalakiyê bûn.

Şêniyên ku beşdarî çalakiya kon bûn, dengê xwe bilind kir û xwest hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Tirkiyê rabin ser pêyan û gotin hebûn an jî tunebûna Amerîkayê berxwedana wan qels nake.

Hevserokê Meclisa Hesekê Ebdilxenî Oso berxwedana gel pîroz kir û wiha got: “Dewleta Tirk bi sedan salan e hewl dide bi rêya derewan, herêmên me dagir bike.”

Ebdilxenî xuya kir ku berxwedan didome û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk çi qas hewl bide jî nikare axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike." Oso teqez kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya gefên xwe hewl dide herêmê ber bi aloziyê ve bibe.

Bi navê partiyên ku beşdarî çalakiyê bûne, Şewket Berazî axivî û wiha got: "Îro li ser axa pîroz, berxwedana hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komên terorê silav dikim."

Berazî li ser biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wiha axivî: “Em xwedî îrade ne, kî derdikeve bila derkeve, zarokên me yên ku çeteyên DAIŞ`ê tune kirin, em ê dewam bikin, eger Amerîka bi me re be yan jî na."

ANHA