Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn

Bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê gihaştin bajarê Serêkaniyê û tev li çalakiya mertalên zindî, bûn.

Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
21 kanûn, 2018   10:43

SERÊKANIYÊ

Çalakiya mertalên zindî ku şêniyên Serêkaniyê daye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. Bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG`ê û YPJ`ê û QSD`ê beriya kêliyekê bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê gihaştin bajarê Serêkaniyê ku beşdarî çalakiya kon bibin.

Şêniya bi navê Ebîr Hesen a ji herêma Dirbêsiyê, got çi qas dewleta Tirk û çeteyên wê hewldanan bikin, berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî raneweste.

Tê payîn ku şêniyên Dirbêsiyê 2 rojan beşdarî çalakiyê bibin.

(jo)

ANHA