Bi wêneyan xwepêşandana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha koalîsyonê

Duh li pêşiya yek ji mezintirîn baregehên koalîsyonê li Bakurê Sûriyê ya li gundê Xirabaşik xwepêşandanek hate lidarxistin. Nêzî sed hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li xwepêşandanê bûn û bang li koalîsyonê kir ku helwestên xwe der barê gefên dewleta Tirk a dagirker de diyar bikin û herêmê li pêşiya firîna balafiran qedexe bike.

Bi wêneyan xwepêşandana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha koalîsyonê
Bi wêneyan xwepêşandana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha koalîsyonê
Bi wêneyan xwepêşandana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha koalîsyonê
Bi wêneyan xwepêşandana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha koalîsyonê
Bi wêneyan xwepêşandana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha koalîsyonê
Bi wêneyan xwepêşandana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya baregeha koalîsyonê
21 kanûn, 2018   09:44

KOBANÊ

Duh nêzî deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkes, Suryan û Tirkmen li pêşiya baregeha Koalîsyona Navdewletî li gundê Xirabaşik kom bûn û xwepêşandanek li dar xist. Ew baregeh ji girîngtirîn û mezintirîn baregehên Koalîsyona Navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Xwepêşanderan gelek xwestekên xwe ji fermandarên koalîsyonê re pêşkêş kirin û bang li koalîsyonê û rêveberiya DYA`yê kir ku helwestên xwe beramberî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin.

Her wiha xwepêşanderan bang li DYA`yê kir ku rê li pêşiya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bike û leşkerên parastina aştiyê li herêman belav bikin da ku tu komkujiyên nû li dijî şêniyên herêmê pêk neyên.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê herêmê û Rojhilata Navîn kir ku li dijî harbûna dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Şandeyek ji aliyê xwepêşanderan nameyek radestî fermandarên koalîsyonê kir da ku ji serokê Amerîkayê Donald Trump re bişînin.

Ji beriya hefteyekê ve dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û dibêje ku ew ê dest bi êrîşan bike. Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker hewl dide senaryoya Efrînê dubare bike.

Wêne: Zana Sîdî

(bx)

ANHA