Bi hatina zivistanê re azarên gelê Efrînê zêdetir dibin

Şêniyên Efrînê ku rastî êrîşên herî dijwar hatin, li kampên Şehbayê di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Bi hatina zivistanê û barîna baranê re azarên wan girantir dibin, tevî vê yekê berxwedana xwe didomînin. 

Bi hatina zivistanê re azarên gelê Efrînê zêdetir dibin
Bi hatina zivistanê re azarên gelê Efrînê zêdetir dibin
Bi hatina zivistanê re azarên gelê Efrînê zêdetir dibin
Bi hatina zivistanê re azarên gelê Efrînê zêdetir dibin
Bi hatina zivistanê re azarên gelê Efrînê zêdetir dibin
21 kanûn, 2018   09:40

CEFER CEFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Duh êvarê li kantona Şehbayê baraneke zêde bariya, di encamê de lehî rabû û bi dehan mal hilweşiyan.

Şêniyan diyar kir ku zêdetirî 20 salan e tiştekî wiha nebûye, ji ber lehiyê bi dehan malên şêniyên Efrînê hilweşiyan, her wiha malên li gundê Helîsê jî ketin bin avê û li gelek gundên din ên kantona Şehbayê lehî rabû.

Der barê mijarê de, gelek şênî ji ANHA`yê re axivîn. Şêniyê ji Efrînê yê bi navê Mihemed Qesîr wiha got: "Em li mal bûn, ji nişka ve me dît av hat û mal di bin avê de ma, bi 400 hezar lîreyên Sûriyê bi cil kirin ku ez bifiroşim, hemû di bin avê de man, lê em ê li vir bimînin û li ber xwe bidin heta ku Efrîn bê rizgarkirin.”

Her wiha şêniya bi navê Zerîfe Mihemed destnîşan kir ku hemû pêdiviyên wan ên malê xirab bûn û wiha got: "Ji ber hovîtiya çeteyan em ji Efrînê derktin û me berê xwe da Şehbayê, duh baraneke pir bariya û zirarên madî derktin lê ev yek vîna me naşikîne, em hîna zêdetir berxwedana xwe zêde dikin û em ê her tiştî tehemul bikin ku vegerin Efrînê."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şaredariyên gel ên kantonê, alîkariyê digihînin şêniyan.

ANHA