Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedanê da

Bi sedhezaran welatiyên Rojhilat û Bakurê Sûriyê duh li Kobanê bi armanca bangiwazî li dewletên navnetewî bikin meşiyan ber baregeha Koalisyona Navnetewî.  

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedanê da
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedanê da
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedanê da
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedanê da
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara berxwedanê da
21 kanûn, 2018   08:48

STÊRA NEBÎ /KOBANÊ

Nêzî sedhezaran  pêkhateyên Ermen, Ereb, Aşûr, Kurd, Siryan û Turikmen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bangewazî li dewletên navnetewî bikin meşiyan ber baregeha Koalîsyona Navnetewî ya li gundê Xerabaşikê yê kantona Kobanê.

Çalakvanan gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, biryara vekişîna DYA û bêdengiya dewletên navnetewî rexne kirin.

‘Em ê bi projeya Netewa Demokratîk êrîşan têk bibin’

Hevserokê desteya kar û berên Rêveberiya Xweser yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El- Maşî ji ajansa me re axivî û wiha got: “Biryara DYA`yê ya ji bo vekişandina hêzên xwe ne biryarek rast e. Ev axa ku bi saya xwîna şehîdan hatiye avakirin, em ê bi projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan van êrîşan têk bibin.”

Her wiha ji pêkhateya Ermen Kewser Hisên jî diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Erdogan serî hildin û wiha axivî: “Îradeya me mezine û serkeftin ê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.”

‘Kesek nikare  vîna me bişkîne’

Cîgera hevserokên navçeya Çelebiyê Meyada Ehmed jî nerazîbûna xwe li beramberî bêdengiya cîhanê nîşan da û wiha axivî: “Em hatin gel hev û ji tevahî cîhanê re bêjin kesek nikare vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne. Em amedene ku li dijî kesên dixwazin axa me dagirbikin li berxwe bidin û em ne li benda kesî ne li kêleka me bisekinin.”

Parêzerê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdelah El- Eryan jî destnîşan kir ku li dijî dargirkeriyê wê li kêleka şervanên YPG/YPJ û QSD’ê bisekinin, wek Efrîn û Kobanê li ber xwe bidin.

ANHA