Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike

Piştî vegera bi sedan şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê, Şaredariya Gel Firneya Selam ku bi salan ji xizmetê derketibû, ji nû ve aktîf dike.

Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike
Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike
Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike
Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike
Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike
Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike
Firneya taxa Eşrefiyê dest bi xizmetê dike
21 kanûn, 2018   08:01

ROZANA DADO / HELEB

Firneya Selam a taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama êrîşên komên çete yên li ser taxê de gelek zirar ditîbû û ji xizmetê derketibû. Piştî şikandina êrîşan û peydabûna ewlehiya taxê ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve, bi sedan şêniyên taxê li malên xwe vegeriyan. Li ser vê yekê xebatên şaredariyê du qat zêde bûn ku karibe pêwîstiyên welatiyên taxê bi cih bîne.

Ji ber ku nan pêwîstiyeke jiyanî ye, şaredariyê Firneya Selam ji nû ve tamîr kir û parçeyên wê yên xirabûyî ango yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dizîn, dabîn kirin û firne ji nû ve xist xizmetê.

Şaredarî rojane du ton ard dişîne firneyê. Firne ji saet 06.00’an heta 12.00’an dixebite. Di firneyê de 6 xebatkar hene û nan bi buhayên guncaw difiroşe.

Endamê Komîteya Zabîte ya Şaredariya ya Taxa Eşrefiyê Hesen Mistefa anî ziman ku beriya Firneya Selam were vekirin, şêniyên taxê nan ji taxa Şêxmeqsûd dianî û destnîşan kir ku armanca vekirina vê firneyê barê şêniyên taxê sivik bike.

Mistefa her wiha destnîşan kir ku ew xebatên firneyan bi rê ve dibin û anî ziman ku niha firne 2 ton nan derdixe û dê di demên pêş de li gorî pêwîstiyên welatiyan nan çêke.

ANHA