Li Hecînê şerê dijwar

Li eniya El-Şafaa û El-Sûsê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar rû dide.

Li Hecînê şerê dijwar
21 kanûn, 2018   07:47

DÊRAZOR

Li eniya El-Şefa û El-Sûsê yên girêdayê Hecînê, çeteyên DAIŞ`ê ji rewşa hewayî firsend peyda kiriye û bi erebeyên zirxî êrîşî nuqteyên şervanan dikin. Şerekî dijwar di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de didome. Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa me re ragihand ku gelek kuştiyên çeteyan hene.

(bx)

ANHA