‘Dewleta Tirk dixwaze bi sîxuran aramiya Şengalê xirab bike’

Hevserokê partiya PADE Emer Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker rojên pîroz ên gelê Ezîdî bi riya sîxurên xwe hedef digre û got: “Dewleta Tirk dixwaze bi rêya sîxuran aramiya Şengalê xirab bike. Hikûmeta Iraqê bi bêhelwestiyê dibe şirîkê êrîşan.”

‘Dewleta Tirk dixwaze bi sîxuran aramiya Şengalê xirab bike’
21 kanûn, 2018   08:28

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker 13 vê Kanûnê de bi balafirên şer li Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî) û herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di êrîşa dewleta Tirk de Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê  Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûn.

Li Şengalê jî şêniyên gundên Kantona Kobanê Xelîl Qere Elî û Mistefa Hecî ji gundê Qolanê û Mehmûd Xan Temo şehîd bûn.

Hejayê bîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di 15'ê Tebaxê de li Şengalê bi balefireke bê pîlot êrîşî karwanê merasîma bibîranîna komkujiya Koçer ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de pêk anîbû, kir. Di encama êrîşa dewleta Tirk de Endamê Kordînasyona Civaka Êzdî Mam Zekî Şengalî şehîd bû.

 Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Ezîdiyan (PADE) Emer Salih, ji ajansa me re axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi teybet rojên dîrokî yên gelê Ezîdî hedef digre, naxwazin ku aramî li Şengal û Mexmûrê çê bibe.”

‘Rojên pîroz yên Ezîdiyan tên hedef girtin’

Salih di despêka axaftina xwe de diyar kir ku pilanên dewleta Tirk li ser gelê Ezîdî hin jî dewam dike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dijberiya xwe li ser gelê Ezîdî û hemû gelan dewam dike. Dewleta Tirk rojên pîroz yên Ezîdiyan dike hedef. Beriya niha jî bi pilanên qirêj Mam Zekî Şengalî hedef girti bû. Mam Zekî ji bo gelê Ezîdî mirovekî bi nirx bû û dagirkeran jî li ser we esasê hat hedef girtin. Dewleta Tirk bi êrîş û gefan dixwazin aramiya Şengalê xerab bikin. Her wiha gelek caran bi hinceta PKK’ê gefan diavetin. Lê tê zanîn ku PKK ji Şengalê vekişiya.”

‘Hikûmeta Iraqê bi bêhelwestiya xwe dibe şirîkê êrîşên Tirkiyê’

Salih destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê bi bêhelwestiya xwe dibe şirîkê êrîşên dewleta Tirk û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Hikûmeta Iraqê xwe bi Tirkiyê re girêda ye. Îro eger êrîş hate ser Şengal û Mexmûrê,  we sibe heman êrîş were ser Musil û Iraqê jî. Armanca dewleta Tirk li ser xeta Osmaniya nû de desteserkirina axa Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê ye.  Lê ew xewn û xeyalin.”

‘DAIŞ şagirtê Erdogan e’

Salih komkujiyên li ser gelê Êzîdî li bîrxist û wiha pêde çû: “Heta niha 74 komkujî li ser gelê Êzîdî çêbûne. Çawa ku li rexma 74 komkujiyan me li ber xwe da û em tune nebûn, em ê dîsan jî li berxwe bidin. Tunebûna me sûdê nade tu dewletan, şerma herî mezin li dijî van gefan bêdengiya dewletên navnetewî yên li dijî êrîşên Tirkiye yê ne. Dewleta Tirk nikare vîna Ezîdiyan û hemû gelên azadîxwaz bin bixe. Bi êrîşên hovanê dixwazin Şengal û Mexmûrê vale bikin. Lê bila zanibin ku çawa gelê me li dijî şagirtên Erdogan DAIŞ’ê li ber xwe da, wê li dijî hişmendiya tunekirina gelan jî li ber xwe bide.”

‘Sîxurên îstîxbarata Tirkiyê li Şengalê hatiye xûrt kirin’

Salih di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk teybet ji bo herêma Şengalê îstîxbarata xwe xûrt kiriye û ev tişt got: "Dewleta Tirk dixwaze li herêmê bi wan sîxuran tevlîheviyê derbixe. Lê îstîxbaratên Tirkiyê jî bi ser nakevin. Gelê Şengalê hêzên YPŞ/YJŞ axa xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastin û serketin. Ev gelê me yên ji xwe bawer we li dijî wan êrîş, gef û îstixbaratên dewleta Tirk jî bi ser bikeve. Kes nikare li hemberî xwe rêvebirina me bisekine û nikarin vîna gelê me bişkîn in.  Gelê Şengalê bi fikrê Rêber APO di Şengalê de dijî û xwe bi rexistin dike.”

‘Wê dîrok sîxurên dewleta Tirk afû neke’

Hevserokê PADE Emer Salih di dawiya axaftian xwe de banga yekîtiyê kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em li pêşî li van êrîş û gefan bigrin pêwîste yekîtiya xwe ava bikin. Eger yekîtiya me were avakirin kes nikare li dijî hebûna me tev bigere. Ji perçebûn û xiyanetê tu kes sûd wernagire. Her wiha ew kesên ku sîxurtiya dewleta Tirk dikin, wê dîrok wan efû neke. Banga me li hikûmeta Iraqê ye ku ji wan nêzîkatiyên bêhelwestî derbikevin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker bêdeng nemîn in.”

ANHA