Ji çalakgeran peyama berxwedanê

Çalakiya kon a şêniyên bajarê Serêkaniyê ji bo şermezarkirina gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya 2`yemîn de berdewam dike. Çalakgeran diyar kirin ku berxwedana wan berdewam e û dê komployên li dijî gelên herêmê têne kirin vala derxînin.

Ji çalakgeran peyama berxwedanê
Ji çalakgeran peyama berxwedanê
Ji çalakgeran peyama berxwedanê
Ji çalakgeran peyama berxwedanê
20 kanûn, 2018   16:17

HESEKÊ

Şêniyên bajarê Serêkaniyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê çalakiyan li ser sînor vedan. Çalakî di roja duyemîn de didome. Li gel bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Demorkaîtk li Sûriyê (Yekitî), Partiya Çepa Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) û Partiya Aştiya Demokarîk a Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de nerazîbûn li hemberî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê hatin nîşandan û hate gotin ku berxwedana gel a li hemberî komployên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qadan de berdewam e.

Bi navê rêveberiya Xweser Idrîs Îso axivî û ev tişt anî ziman: "Divê em ji cîhanê re hebûn û berxwedana xwe diyar bikin. Ji ber ku em xwediyê vî erdî ne û mafê me yê rawa ye em herêmên xwe biparêzin. Ji bo vê xakê me şehîd dane, berdêl çi be em xaka xwe bernadin."

Îso bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî Tirkiyê bisekinin û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi YPG û QSD‘ê re ne, berxwedana me di her aliyan de berdewam e heya em komployên dijberî gelê me vala derxînin."

ANHA