Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê

Bi tevlêbûna bi sedan welatiyên taxa Şêxmeqsûd cenazeyê şervanê YPG‘ê Rûşan Efrîn ku di encama krîza dil de şehîd bibû li Goristana Şehîdan a gundê Nebo hate veşartin.

Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê
Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê
Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê
Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê
Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê
Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê
Şêniyên Helebê cenazeyê Rûşan Efrîn spartin axê
20 kanûn, 2018   16:02

HELEB

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê cenazeyê şervanê YPG‘ê Îbrahîm Xelîl Nebo (Rûşan Efrîn) ku di encama krîza dil de şehîd bibû li Goristana Şehîdan a gundê Nebo spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Xalid Fecir wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a gundê Nebo ya herêma Şiqêf ve derxistin.

Li goristanê deqeyeke rêzgirtin û merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve pêk hat.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Hemo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em çawa dikarin tiştekî ji bo qehremantiya şehîdan veqetînin. Her roj navê şehîd bang dikin û wan bi bîr tinînin. Şehîd bi xwîna xwe qehremantiya xwe diyar dikin."

Ji fermandarên YPG‘ê Ferhad Kobanê jî axivî û li ser kesayet şehîd Rûşan re wiha anî ziman: "Şehîd Rûşan ti carî serî ji dijmin re netewan, Kurd û Ereb diparast, ji aliyê heval û xizminên xwe ve dihat hezkirin, em hewcedarî kesên mîna şehîd Rûşan in."

Ferhad Kobanê soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

Keça şehîd Rûşan Dicle Nebo jî di merasîmê bavê xwe de axivî û anî ziman ku ew bi şehadeta bavê xwe serbilind e ji ber ku rêya azadî û rûmetê şopand.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîvan Ebdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girse cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA