QSD‘ê encamê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir 

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê encamê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" eşkere kir. QSD‘ê ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 32 terorîstên DAIŞ‘ê hatin kuştin.

QSD‘ê encamê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir 
20 kanûn, 2018   16:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamê 24 saetên dawî yê "Şerê Tinekirina Terorê" eşkere kir.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya QSD‘ê hatî weşandin ev agahî hatin parvekirin:

"Li eniya Hecînê terorîstan bi çekên giran, sivîk û navîn êrîşî anîn ser noqteyên şervanên me, li ser vê yekê di navbera şervanên me û terorîstan de şerên giran derket, şervanên me derbeyên giran li wan dan, di encamê de hejmareke terorîst hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn, her wiha yên mabûn jî reviyan.

Di saetên sibehê de rêxistina teror hewl dan êrîşeke din bi motorsîklêtên bombebarkirî li dijî noqteyên me li bajêr pêk bînin, lê şervanên me bersiva êrîşan da û hejmarek terorîst kuştin û hindek din jî birîndar bû, hejmara kuştiyan baş nehatin naskirin. Balafirên koalîsyonê çend bargehên terorîstan kirin hedef.

Şer li geleke deverên vê eniyê heya vê kêliyê berdewam e.

Encamê dawî yê şer:

-Hejmara terorîstên hatin kuştin: 32

-Windahiyên terorîstan: Depoyeke tankan, 13 noqteyên terorîstan, 7 bargehên fermandariyê, dikeke topavêjên hawnan û 2 xendeq hatin teqandin.

-Derbeyên Koalîsyona Navdewletî: 41 êrîşên hawayî"