Gefên Tirkiyê li Lubnanê hatin şermezarkirin

Li Lubnanê di nava du civînan de geşedanên dawî li ser asta Sûriyê û gefên Tirkiyê hatin nirxandin.

Gefên Tirkiyê li Lubnanê hatin şermezarkirin
17 kanûn, 2018   21:30

BEYRÛT

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Lubnanê di nava du civînan de geşedanên wan nirxandin. Civîn li Beyrût paytexa Lubnanê û bajarê Zuhla ya herêma Bîqayê hatin lidarxistin.

Bi dehan kurdên li Lubnanê jiyan dikin beşdarî civînan bûn.

Di civînan de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdulselam Ehmed û endamê TEV-DEM‘ê Selîm Mele axivîn.

Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk hewl dide ewlehiya Sûriyeyê têk bibe û dijminahiya gelê Bakurê Sûriyeyê dike.

Her wiha gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û banga li gelên azadîxwaz û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku zextê li Tirkiyê bike bila binpêkirinên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Di axaftinan de berxwedana Leyla Guven û çalakiya wê ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî Ocalan hate silavkirin.

ANHA