Reşîd Umer: Em ê herêmên xwe biparêzin û planên Tirkiyê têk bibin

Ji fermandarên YPG‘ê Reşîd Umer soza parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û têkbirina planên dewleta Tirk da. Umer bang li gelên herêmê kir ku xw li gorî pêwistiyên pêvajoyê bi rêxistin bikin.

Reşîd Umer: Em ê herêmên xwe biparêzin û planên Tirkiyê têk bibin
17 kanûn, 2018   19:14

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Ji fermandarên YPG‘ê Reşîd Umer ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyên Dirbêsiyê  bibû axivî.

Reşîd Umer di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku gefên dawî yên desthildariya Tirkiyê û serokê wê Erdogan li ser herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê herêmê natirsîne  û wê li hemberî têkoşîna wan a li dijî terorê nebe asteng. Umer got, "Dibe ku em rastî astengiyan werin û berdêlên giranbuha bidin, lê ez careke din dibêjin ku gefên wan armanca me ya şerê li hemberî terorê ti carî naşkîne."

Umer di berdewama axaftina xwe de got: "Bila gelê me baş bizanibe ku çawa me teror têk bir û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşên terorîstan parastan em soz didin gelê xwe ku şervanên me wê gefên dawî yên Tirkiyê têk bibin, serkeftinê wê para gelê me be. Wekî hêzên leşkerî em ê xwe biparêzin, me tu carî êrîşî kesekî nekirin, ji ber ku em ji şer hez nakin, lê dema were xwestin em ê bi îradeya xwe ya xurt şer bikin û serkeftinê bi dest bixin."

Fermandarê YPG‘ê Reşîd Umer di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir û ev tişt got: "Divê gelê me li gorî pêvajoyê xwe bi rêxistin bike û komployên dijber ên dewleta Tirk li ser herêmê, ji şerê taybet ku bi rêya ragihandinê tê kirin hişyar bikin. Careke din ez teqez dikin ku hêzên me yên leşkerî morale xwe ji gel digre ji jî ti aliyên din digire."

ANHA