Nûnerên Rêveberiya Xweser: Gelê Sûriyê siyasetên Tirkiyeyê napejirîne

Hemdan El-Ebd û Êlîzabêt Gewriyê destnîşan kirin ku zarokên Bakurê Sûriyayê bi çalakiyên konvedanê nameya ji Erdogan re dişînin û dibêjin: "Em bi axa xwe ve girêdayî ne". Hemdan El-Ebd û Êlîzabêt Gewriyê û bang li rêxistinên navdewletî kirin ku helewesta xwe li hember siyasetên Tirkiyê yên dijminahiyaa Bakurê Sûryayê zelal bikin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser: Gelê Sûriyê siyasetên Tirkiyeyê napejirîne
17 kanûn, 2018   18:08

GIRÊ SPÎ

Nûnerên Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebd û Êlîzabêt Gewriyê  îro sedana konê çalakiyê ya Girê Spî kirin ku bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê hatibû vedan.

Hemdan El-Ebd di çalakiyê de axivî û got: "Çalakiya we nameyeke ji Erdogan û hikumeta wî re ye, ku gelê Sûriyê bi zarok û mezin xwe siyasetên Tirkiyê yên dijminahiyê herêmê napejirîne."

Hemdan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nerehetiya hikumeta Tirkiyê ji projeya neteweya demokratîk a herêmên Rêveberiya Xweser û hevgirtina tevahî pêkhateyan û got, dewleta Tirk her tim dixwze aramiya herêmên wan têk bibin û îşaret bi şehîdxistina Umer Elûş û Mele Beşîr Feysel El-Hiwêdî kir.

Hemdan El-Ebd teqez kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek  e û bi yekitiya xwe ve girêdayî ne û rê nedin hêzên derve ku heêrmên wan dagir bike.

Êlîzabêt Gewriyê jî destnîşan kir ku Erdogan li ser hesabê xwîna gelên herêmê dixwaze Împeratoriya Osmanî vegerîne û anî ziman ku Erdogan bi siyasetên xwe hewl dide mozayîka civakî ya herêmên Rêveberiya Xweser derbe bike.

Êlîzabêt û got: "Me ew bi çavên xwe dîtin dema li Efrîn û Cerablusê dizî, talankirina û koçberkirina gelên herêmê dikirin."

Êlîzabêt Gewriyê bang li tevahî rêxistinên navdewletî kirin ku helwesta xwe li hember siyaseta Erdogan zelak bikin.

ANHA