Ciwanên Helebê: Bi berxwedanê em ê gefên Tirkiyê têk bibin

Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê (Tevgera Ciwanên Şoreşger, ciwanên Partiya Pêşerojê, ciwanên PYD, Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk) têkildarî gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û daxuyanî ji bo raya giştî dan.

Ciwanên Helebê: Bi berxwedanê em ê gefên Tirkiyê têk bibin
17 kanûn, 2018   16:55

HELEB

Daxuyanî ji aliyê rêvebera ciwanên PYD‘yî Fedîla Kênco ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Tirkiyê bi gefên xwe yên li dijî gelên me hewl dide aloziyê kûrtir bike û desteka xwe bi terora li Sûriyê re bidomîne. Di heman demê de zextê li çeteyên DAIŞ‘ê sivik bike û derbeyekê li projeya demokratîk her herêmê bixe.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê li hemberî gefên Tirkiyê hate şermezarkirin û bang li wan hate kirin ku erka xwe ya mirovî pêk bîne û sînorekî ji hikûmeta Erdogan re deynin.

Ciwanan di dawiya daxuyaniya xwe de anîn ziman ku gefên Tirkiyê wan natirsîne û gotin: "Wekî ciwanên demokrat ên taxa Şêxmeqsûd gefên Tirkiyê me natirsîne, em soz didin şehîdan, rêber û gelê xwe berxwedana me berdewam e, armanca me ya yekemîn van gefan têk bibin."

ANHA