Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li pewerdeyê bûn

31 endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê yên ji hemû buroyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li dewreya perwerdeya bîrdozî bûn.

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li pewerdeyê bûn
17 kanûn, 2018   17:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd 'Umer Elûş' hate destpêkirin. Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ibrahîm El-Qeftan, sekretêra giştî yê partiyê Hevrîn Xelef, serokê Buroya Rêxistinî yê partiyê Elî Hemîd û endamên rêveber ên buroyên partiyê amade bûn.

Di vekirina dewreyê de Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ibrahîm El-Qeftan axivî û vekirina dewreya perwerdeyê li endaman pîroz kir. El-Qeftan got: " Partiyetî di dema heyî de girîng e. Ji ber ku li Sûriyê mirov dikare bêje ji bilî Partiya Baas ti partiyên nebû, em înkar nakin ku hin partiyên din hebûn mîna partiyên Eniya Niştîmanî ya Pêşverû, lê ev partî wekî kaxezekê di destê Partiya Baas de bûn. Wek partiyeke siyasî niştîmanî em piştrast dikin ku aloziya Sûriyê derveyî diyalogan çareser nabe."

Di berdewama axaftina xwe de El-Qeftan destnîşan kir ku di dirêjahiya 4 salan de çeteyên DAIŞ'ê herêmê dagir kiribûn û di wê demê de Tirkiye bi hemû şêwazan destek da çeteyan da ku xirabiyê li Sûriyeyê bikin.

Ji aliyê xwe ve sekretêra giştî ya partiyê Hevrîn Xelef axivî û vekirina dewreyê pîroz kir û got: "Armanca me projeya Sûriyeya hevgirtî û pirrengî. Em hewl didin vê projeyê pêk bînin, ji ber ku keleha parastina niştimaniya me ye."

Tê payîn ku dewreya perwerdeyê 19 rojan bidome, tê de semîner û dersên bîdrozî li ser bingehê netewa demokratîk ji hêla endamên pispor ên partiyê ve dê werin dayîn.

Şehîd Umer Elûş hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê bû û yek ji damezirînerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bû. Lê beriya 9 mehan bi destê xiyantê hat kuştin.

(şx)

ANHA