Mizgîn Ehmed: Gelê rêxistinkirî tu kes pê nikare

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehemd got " Gelê rêxistinkirî wê ti kes pê nikaribe, lew re pêwîste gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî pêvajoyê û şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike."

Mizgîn Ehmed: Gelê rêxistinkirî tu kes pê nikare
17 kanûn, 2018   16:42

QAMIŞLO

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed di merasîmê oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Tariq Ebd (Îsamîl Amûdê) de li navçeya Amûdê de axivî.

Mizgîn Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk hin herêmên Sûriyeyê dagirkir û rengê xwe li ser erdîngariya Sûriyeyê ferz kiriye û wiha domand: "Hêzên me yên fedekar li hemberî wan sekinî û ji bo parastina xaka xwe bedena xwe kirin mertal. Berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîşanda xof û tirs xist dilê Erdogan û çeteyên wî."

Mizgîn her wiha got "Gefên dewleta Tirkiyê û hevalbendên wê me natirsîne, ji ber ku gelê me ji Şengal heya Efrînê li hemberî çete û dagirkeran li ber xwe dan. Mînakên vê yekê berxwedana 58 rojan a gelê Efrîn li hemberî teknîka herî pêşketî ye."

Mizgîn Ehmed di berdewama axaftina xwe de bang li pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û destkeftiyên ku di nava 7 salên dawî de hatin bi destxisitn biparêzin û ev tişt got: "Li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzeke leşkerî, fedayî heye ku herêmê ji gefên Tirkiyê biparêze. Li ser vê yekê tê xwestin ku gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî pêvajoyê, li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike, ji ber ku gelê rêxistinkirî wê tu kes nikaribe pê. "

ANHA