‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’

Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Îsmaîl Amûdê ku di pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû, oxir kir.

‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
‘Em ê bi şervanên xwe re di xendekên berxwedanê de li ber xwe bidin’
17 kanûn, 2018   13:55

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Tariq Ebdilezîz (Îsmaîl Amûdê) ku di pêngava Şerê Tunekirina Terorê de li herêma Hecîn şehîd bûbû, li goristana şehîd Îsmaîl Hogir li navçeya Amûdê oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji pêşiya navenda Heyva Sor a Kurd girt û bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê. Şervanên YPG û YPJ`ê û hêzên Erka Xweparastinê toraneke leşkerî li goristanê li dar xist. Paşê berdevkê Meclisa Malbata Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Seîd Firso axivî û wiha got: "Di kesayeta şehîd Îsmaîl de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û sersaxî ji malbata wî re dixwazin."

Firso wiha got: "Piştî ku çeteyên wî li pêşiya şervanên YPG, YPJ û QSD`ê bi bin ketin, gefên dawîn ên bavê DAIŞ`ê Erdogan pêk hatin."

Firso bang li şêniyan kir ku ji merheleya heyî re amade bin û wiha got: "Bi awayekî cidî li gefan binêrin û divê em bibin yek û li pişt şervanên xwe bisekinin."

Paşê yek ji fermandarên Şerê Tunekirina Terorê axivî û wiha got: "Piştî êrîşên Tirkyê li ser herêmên Bakurê Sûriyê çeteyên li Hecînê ji nû ve dest bi êrîşên giran li ser herêmên me kirin, lê me bersiva wan da û gelek cihên ku wan kontrol kiribû, me rizgar kirin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG û YPJ`ê cenaze li ser milê xwe kirin û li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir oxir kirin.

Tê payîn ku merasîmên sersaxiyê sibe seat di 10:00’an de li gundê Sinceq ê Amûdê dest pê bike.

ANHA