Şêniyên Bênê: Em ji êrîşên Tirkiyê re serî natewînin

Şêniyên gundê Bênê ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê got, êrîşên dagirkeriya Tirkiyê îradeya me ya domandina xeta berxwedanê naşkîne.

17 kanûn, 2018   14:35

TOLÎN HESEN – FÎDAN ABDULAH / EFRÎN

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkeririnê gundê Bênê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin. Di encama topbaranê hejmarek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.

Şêniyên navçeyê nerazîbûn nîşanî êrîşan dan û gotin ew jî dijminahiya Tirkiyê re serî natewînin.

Welatiyê bi navê Osman Xubarî got, komên çete ji destpêka aloziya Sûriyê ve gundên Şêrawa dikin hedef, sala derbasbûyî mala wî ji ber topbarana bê ser û ber hate rûxandin. Xubarî anî ziman ku piştî ku wî mala xwe careke din ava bû dîsa bû hedefa êrîşên artêşa Tirk a dagirker.

Li ser gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Osman Xubarî teqez kir ku ew ji şerê Erdogan re serî natewînin.

Zeyneb Xubarî jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku îradeya gelên Efrînê ya rizgarkirina Efrînê bişkînin û wiha domand: "Dewleta Tirk baş dizane ku şêniyên herêmê ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe di xeta têkoşînê de bi îsrar in, lew re bi armanca ku gelê me bitirsîne car din êrîşî dike."

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve şervanên YPG û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê hema bêje rojane çalakiyên bi bandor li dijî hêzên dagirker dike.

Welatiyê bi navê Mihemd Ebdo yê ji gundê Cilbirê yê dagirkirî ye û li gundê Bênê dimîne got: "Li her deverê topên hovne yên dagirkeriya Tirkiyê bi ser me de tên. Êrîşên wan sivîl û malên wan dike hedef."

Ebdo teqez kir ku ew ê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.

Ferîda Nesro ya ku di encama topbarana dagirkeriya Tirkiyê de birîndar bûye got rewşa wê pir ne baş e.

Ji aliyê xwe ve Seîd Qenber teqez kir ku ew tu carî paşde venakşin û ji bo rizgarkirina Efrînê bi îsrar in.

(bx)

ANHA