Şêniyên Girkê Legê: Pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Sêal Zagros de şêniyên navçeya Girkê Legê destnîşan kir ku gefên dagirkeriya Tirkiyê wan natirsîne û wiha got: "Dijminahiya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldana tunekirina hemû gelên herêmê ye ku rêveberiya xwe ya xweser ava kirine."

Şêniyên Girkê Legê: Pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin
Şêniyên Girkê Legê: Pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin
Şêniyên Girkê Legê: Pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin
Şêniyên Girkê Legê: Pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin
Şêniyên Girkê Legê: Pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin
Şêniyên Girkê Legê: Pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirkiyê red dikin
17 kanûn, 2018   13:40

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, serdana konê sersaxiyê ya şervana Hêzên Parastina Gel (HPG) Hediye Mihemed (Sêla). Kon li pêşberî Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Kerê Berî yê girêdayî navçeya Girkê Legê hatibû vedan.

Di konê sersaxiyê de al û sembolên kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi torena leşkerî dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin. Di merasimê de fermandara YPJ’ê Hêvî Dêrik, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Elî, endama meclisa herêma Dêrikê Dêrîk Zilfê, endamê rêveberiya meclisa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivîn.

Axaftvanan sersaxî û sebir ji malbata şehîd Sêal re xwest û tekez kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin. Heman demê de axaftvanan bal kişand ser gefên dewleta dagirker û gotin ku dê destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

 Axaftvanan, gefên Erdogan şermezar kirin û dan zanîn ku dê gelê wan ê bi hezaran şehîd dan bi gefên Tirkiyê natirsin, berovajî wê dihêle gelê herêmê hîn bêhtir bi rêveberiya xweser ve bê girêdan.

Axaftvanan bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bêdengiya xwe derkevin, ji ber ku Erdogan hewl dide tunekirina gelê ku rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye, tune bike.

Axaftvanan da zanîn ku gelê Bakurê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, gefên Tirkiyê bi tundî şermezar dike.

Piştre nasnameya şehîd Sêal Zagros radestî malbata wê hate kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(jo)

ANHA