Gelê Reqayê li dijî gefên dagirkeriyê meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" meşiyan.

Gelê Reqayê li dijî gefên dagirkeriyê meşiyan
Gelê Reqayê li dijî gefên dagirkeriyê meşiyan
Gelê Reqayê li dijî gefên dagirkeriyê meşiyan
Gelê Reqayê li dijî gefên dagirkeriyê meşiyan
Gelê Reqayê li dijî gefên dagirkeriyê meşiyan
17 kanûn, 2018   11:32

REQA

Bi sedan şêniyên xeta El-Şamiye (El-Kesrat, Retle, El-Ekreşî û El-Mensûra) li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li darxistin.

Meş ji herêma Retle destpêkir heta gundê Kesra Mihemed Elî ve çû. Di meşê de diruşmeyên li dijî dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, na ji destwerdana Tirkiyê re” hatin hildan.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

(bx)

ANHA