Li Kobanê 2 merasîmên sersaxiya şehîdan

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Erdal Kurdistan û Celal Toreman re xwest û diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî wan dike ji ber ku wan dawiya DAIŞ’ê anî.

Li Kobanê 2 merasîmên sersaxiya şehîdan
Li Kobanê 2 merasîmên sersaxiya şehîdan
Li Kobanê 2 merasîmên sersaxiya şehîdan
Li Kobanê 2 merasîmên sersaxiya şehîdan
Li Kobanê 2 merasîmên sersaxiya şehîdan
15 kanûn, 2018   13:18

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên Rêveberiya Xweser û Meclisa Leşkerî ya Minbicê sersaxî ji malbatên şehîdên YPG`ê Hemed Henifî (Erdal Kurdistan) û Celal Hemî (Celal Toreman) re xwest.

Konê sersaxiya şehîd Celal Hemî li gundê Toreman ku li başûrê bajarê Kobanê dikeve û konê şehîd Hemed Henîfî jî li gundê Xelîcikê yê başûrê bajarê Kobanê dikeve, hatin vedan.

Merasîma şehîd Celal Hemî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre, bi navê rêveberiya Kongreya Star Sûad El-Demir û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê axivîn.

Axafvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku îro gelê Kurd bi saya xwîna şehîdan serkeftinan bi dest dixe û wiha dewam kir: "Van şehîdan soz da û soza xwe pêk anî. Dewleta Tirk ji me ditirse, ji bo wê gefan li me dixwe. Em wek gelê Kurd û Ereb bi hev re dijîn, lê dewleta Tirk vê yekê napejirîne.”

Her wiha di merasîma sersaxiyê ya şehîd Erdal Kurdistan de jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê Ebdo Mistefa axivî û wiha got: “Şehîdan rêya azadiyê bi me da naskirin.”

Ebdo Mistefa got dewleta Tirk êrîşî wan dike, ji ber ku wan dawiya DAIŞ`ê anî.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto jî axivî û diyar kir ku armanca şehîdan ew e ku hemû gel bi hev re azad bijîn.

Merasîmên sersaxiyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bûn.

(ekîb)

ANHA