Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef

Şêniyên Tebqayê got êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin kirin, ne tenê li dijî pêkhateyekê ne, lê belê hemû pêkhateyên Sûriyê dikin hedef. Her wiha destnîşan kirin ku tu ferq di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de tune ye.

Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
Gelê Tebqayê: Dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pêkhateyên Sûriyê dike hedef
15 kanûn, 2018   13:23

TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li pêşiya navenda Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kom bûn. Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re", "Na ji destwerdana Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê re", "Na ji Erdoganê kujer re" û "Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin" hatin hildan.

Xwepêşandan ji ber navenda Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dest pê kir. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên "Gelên Sûriyê yek in”, “Tu kes nikare wan parçe bike” û “Tu ferq û cudatî di navbera gelên rojhilat û rojavayê Firatê de tune ye" hatin berzkirin.

Xwepêşandan li Qada Mirab a bajarê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Meclisa Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hind El-Elî, ji rêveberên Rêveberiya Jinan a bajarê Tebqayê Fatma El-Hemdo axaftin kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan li Tirkiyeyê rastî aloziyekê tê, ji ber wê daxuyaniyan dide ku ew ê êrîşî herêmên Rojhilatê Firatê bike da ku çavên Tirkan ji ser aloziya xwe ber bi derve bibe.

Her wiha hate destnîşankirin ku herêmên ku ji aliyê QSD`ve hatin rizgarkirin bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin û dê tu carî derfet nedin tu hêzên derve ku xaka wan qirêj bikin. Axaftvanan diyar kir ku tu ferq û cudatî di navbera rojhilat, rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ye, gelê Sûriye yek e û tu kes nikare yekitiya wan parçe bike.

Di dawiyê de hate gotin tu êrîşên li ser Bakurê Sûriyê dê ne tenê pêkhateyekê bikin hedef, lê belê êrîş li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê ne.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û gefên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bidawîkirin.

(bx)

ANHA