Gundê Hilêsiyê... Şahidekî kuştin û îşkenceya çeteyan

Gundê Hilêsiyê ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên "Artêşa Azad" û DAIŞ‘ê de mabû, şahidiya kuştin û îşkencekirina bi sedan sivîlên kantona Şehbayê kir.

Gundê Hilêsiyê... Şahidekî kuştin û îşkenceya çeteyan
15 kanûn, 2018   09:27

TOLÎN HESEN – SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Hin deverên ku ji aliyê komên çete ve hatibûn dagirkirin, veguherîbûn navendên îşkencekirin û kuştina mirovan.

Ji deverên ku şahidiya van binpêkirinan kirine, gundê Hilêsiyê ye ku dikeve bakurê rojhilatê kantona Şehbayê û 15 kîlometreyan dûrî bajarê Helebê ye.

Şêniyên gundê Hilêsiyê destpêka 2012‘an li dijî rêjîma Sûriyê xwepêşandanên aştiyane li dar xistin û banga hilweşandina rêjîmê kir.  Lê piştre şoreşa aştiyane ji navaroka xwe derket û veguherî şerê çekdarî ku heya niha dirêj kiriye û bûye sedema aloziya heyî.

Mezre kirin girtîgeh

Li gundê Hilêsiyê mezreyek heye ku vedigere kesê bi navê Nûr Beg El-Cabirî. Mezre beriya aloziyê wek saziyeke çandiniyê dihate dîtin. Bi destpêka aloziyê re dema ku komên çete gund girt, ew der veguherandin baregehê.

Di dirêjahiya aloziyê de gund ket destê Lîwa Tewhîd, paşê Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê. Çeteyan li mezreyê xwe bi cih kiribû û nedihişt kes nêzî wê bibe da ku tiştên li wir têne kirin, veşêre.

Piştî kuştin û îşkencekirina bi hezaran mirovên kantona Şehbayê komên çete yên “Artêşa Azad” mezre radestî çeteyên DAIŞ‘ê kir, bi vê yekê binpêkirinên li dijî mirovan zêdetir bûn. Lewre piraniya şêniyên gund koçî herêmên derdorê an jî welatên derve bûn.

Gundê Hilêsiyê di dawiya Cotmeha 2016‘an de piştî şerê dijwar ji aliyê hêzên şoreşger ên hevbeş ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin.

Mezre ji 6 odeyên rûniştinê pêk tê, li gorî hin niştecihên gund diyar dike, beşa mezreyê ya hesp lê dihatin xwedîkirin, çeteyan veguherand odeya îşkencekirinê, her wiha du şikeft ava kiribûn; yek ji bo parastinê û ya din jî zincîr lê daliqandibûn ku jê re dihat gotin ‘Bilingo’.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Ebid El-Mihemed ê ji gund, wiha dibêje: "Çeteyan dizî, talankirin û îşkencekirin der heqê şêniyên gund de pêk dianî. Di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de kiryarên bi vê rengî du qat zêde bûn. Jiyan mîna dojehê bû. Carinan bi hinceta simbêlên xwe qut kirine, em tohmetbar dikin."

Îbrahîm Ebid El-Mihemed diyar kir ku wî dîtiye ku rojekê hin şêniyên gund ji girtîgehên çeteyan derdiketin û betanî li xwe pêçandibûn. Xuya bû ku gelekî hatibûn îşkencekirin.

Ebdulselam Hemûd jî anî ziman ku çeteyan nedihişt kes nêzî mezreyê bibe da ku nas nekin çi lê diqewime.

ANHA