Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê

Radyoya Star FM bi slogana "Dengê jin û jiyanê" di vê salê de der barê nûnertiya jinan, pêşketina bername û kadroyên kar de gavên girîng avêtin û hewl dide di sala nû de li tevahiya herêmên Cizîrê weşanê bike.

Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê
Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê
Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê
Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê
Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê
Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê
Star FM dê weşana xwe bigihîne hemû bajarên Cizîrê
15 kanûn, 2018   09:53

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Beriya salekê radyoya Star FM li navçeya Tirbespiyê ji aliyê komeke rojnamevanan ve hate vekirin. 10 kadroyên jin ku di radyoyê de dixebitin, dikaribûn di salekê de radyoyê bikin reng û dengê jinan.

Star FM ji saet 07.00’ê sibehê heta 08.00’ê êvarê bi zimanên kurdî, erebî û suryanî weşanê dike û bernameyên çandî, siyasî, civakî û dîrokî tên weşandin. Her wiha  bernameyên pêşbirk jî hene. Radyo li ser rola jinan di civakê de û destkeftiyên ku di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de bi dest xistine, disekine.

Rêvebera radyoya Star FM Hêvî Xelef têkildarî xebata xwe wiha axivî: "Armanca me ew e ku  rastiya jinan a ku sîstema ku baviksalariyê qels kiriye, derxin holê.”

Hêvî bal kişand ser astengiyên ku di destpêka vekirina radyoyê de kişandine û got piştî salekê ji vekirina radyoyê û xebatê, wan karî xwe bigihînin hemû şêniyên herêmê û wiha dewam kir: "Hetanî astekê em gihîştin armanca xwe ya belavkirina azadiya jinan û pênasekirina rola wan di civakê de."

Hêvî eşkere kir ku di sala nû de dê li tevahiya herêmên Cizîrê weşanê bikin.

Ji aliyê xwe ve rêvebera radyoyê Solîn Serhan jî wiha got: "Vekirina radyoyeke taybet a jinan ji bo belavkirina girîngî û rola jinan di civakê de ye û ew jî gaveke sereke ji bo azadiya jinan e."

Nûçegihana radyoyê Mîdya Silêman jî diyar kir ku rojane 15 bername û nûçe bi zimanên kurdî, erebî û suryanî û çalakiyên ku li herêmê dibin, diweşînin.

ANHA