Ebû Erac: Idlib di encama tifaqên Rûsya û Tirkiyeyê de tevlihev bûye

Cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar Ebû Erac got parêzgeha Idlib a Sûriyeyê di encama tifaqên Rûsya û Tirkiyeyê de tevlîhev bûye.

Ebû Erac: Idlib di encama tifaqên Rûsya û Tirkiyeyê de tevlihev bûye
15 kanûn, 2018   09:22

ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar Ebû Erac ji ajansa me re axivî û diyar kir ku parêzgeha Idlibê di encama lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê de veguherî herêmeke tevlîhev û lihevkirinên wan dê kuştin û wêrankirinê bi xwe re bînin.

Ebû Erac destnîşan kir ku parêzgeha Idlibê bi sponseriya Tirkiyeyê ji hemû aliyan ve tê topbarankirin û ev tişt anî ziman:"Idlib tevî tifaqa avakirina ‘herêma bêçek’ ku di encama lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat, tê topbarankirin. Li gorî tifaqê diviyabû çekên giran ji herêmeke 15 heta 50 kîlometreyî ya di navbera rêjîmê û komên çekdar de derketana."

Ebû Erac bal kişand ser daxuyaniya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û wiha domand: "Tiştekî ne ecêb e ku Tirkiye li pey vê daxuyaniyê be, ku piştî çend rojan ji lihevkirina vekişandina çekan ji herêmên ne di destê rêjîmê de û beriya ku muhlet bi rojekê bi dawî bibe, çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam daxuyaniyek da ku ew tifaqa Rûsya û Tirkiyeyê bi tu awayan qebûl nakin."

‘Herêmên bêçek ji sivîlan vala bûne’

Ebû Erac diyar kir ku rojane di herêmên başûrê parêzgeha Idlibê re top û fûze têne derbaskirin, ji baregeha çavdêriyê ya ku Tirkiyeyê li Idlibê ava kiriye, derbas dibe û li bajarokên Cercenaz û Teh dikevin. Berê hejmare niştecihên her du deveran tevî koçberan zêdetirî 60 hezar bû, lê niha vala bûne.

Ebû Erac bal kişand ser xetereya tifaqa vekirina rêya Şam - Heleb û Laziqiyê û wiha axivî: "Rûsyayê çend meh muhlet da Tirkiyeyê ku bendên tifaqê pêk bîne, lê Tirkiyeyê soza xwe li herêmên bêçek bi cih neanî. Paşê tifaqeke din mohr kirin, ev jî ji ya berê xeternaktir e. Li gorî vê tifaqê rêya Şam-Heleb û Laziqiyê û Helebê were vekirin, diviyabû Rûsya van rêyan kontrol bike paşê jî di aliyê reveberî û leşkerî de radestî rêjîma Sûriyeyê bike."

Ebû Erac di nava gotinên xwe de anî ziman ku heger tifaq pêk neyê, dê aqûbeta Idlibê ber bi şewateke mezin ve biçe, nemaze ku Tirkiye nikare hemû komên îslamî li gorî tifaqa bi Rûsyayê re îmze kiriye, bimeşîne. Ebû Erac diyar kir ku sivîl berdêlên lihevkirinan didin û rêjîma Sûriyeyê sûdê jê werdigire.

‘Tirkiye hê jî hewl dide şoreşa Sûriyê veguherîne şoreşeke îslamî’

Ebû Erac destnîşan kir ku Tirkiye gelek caran hewl dide şoreşa Sûriyeyê veguherîne şoreşeke îslamî lê hemû hewldanên wê bi bin ketin, Tirkiyê destek da komên îslamî, çekdarên tundraw ji gelek welatên cîhanî bi rêya sînorê xwe derbasî Sûriyeyê kir , di heman demê de baregehên perwerdeyê ji bo wan ava kirin.

Ebû Erac got koma navê "Înqaz" li xwe dike, alek ji xwe re girtiye, di navê de "Laîlahe îllallah" nivisiye, ev yek berdewama îslamkirina şoreşê diyar dike. Ebû Erac destnîşan kir ku çalakvan û siyasetmedarên muxalîf ev al red kirin.

Ebû Erac di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi hebûna komên çekdar ên îslamî li Idlibê mekanîzmaya çareserkirina siyasî ne pêkan e û da zanîn ku ji zêdetirî 90 welatên derve li Idlibê hene û destekê ji hikumeta Tirkiyeyê werdigirin.

ANHA