ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.12.2018
15 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Çalakiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li herêmên Bakurê Sûriyeyê wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Biratiya Gel li Rojava û Bakurê Sûriyeyê û piştgiriya Berxwedana Efrînê şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê tê lidarxistin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi pêşengtiya Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk û bi mebesta piştgiriya çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji şêxên Qebîleya Welda ya herêma Tebqayê Şêx Ebdulletîf Ferec Selama anî ziman ku wekî qebîle amade ye bersiva êrîşên muhtemel ên Tirkiyê li ser herêmê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gundê Hilêsayê ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên "Artêşa Sûrî ya Azad" û DAIŞ‘ê de mabû, şahidiya kuştin û êşkencekirina bi sedan sivîlên kantona Şehbayê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Girêdayî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 buro hebû, di dema dawî de Buroya Geşkirin û Karûbarên Mirovî lê zêde bû, gelo erkên van buroyan çi ne?. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên kantona Kobanê gefên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku şêniyên Kobanê li hember hemû êrîşan amade ne û dê li hember artêşa Tirk a dagirker li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî ku şervanên QSD‘ê gelek deverên derdorê rizgarkirin şerê rizgarkirina Hecînê (berîka dawî ya DAIŞ'ê ya stratejîk li rojhilatê çemê Firatê) hema bêje bi dawî dibe. Gelo girîngiya bajarokê Hecînê çi ye û dîroka Hecînê û pêngavên ku di dirêjahiya aloziya Sûriyê de tê re derbas bûye û heta niha çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Sekreterê Partiya Demokatîk a Kurd li Sûriyeyê Nesredîn Îbrahîm got: "Tirkiyê hewldanên xwe yên derbekirina projeya Sûriyeya pirreng a ne navendî ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li derdora wê kom bûne didomîne." Nesredîn Îbrahîm li hemberî her êrîşên muhtemel banga hevgirtinê li gelê herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar Ebû Erac got, parêzgeha Idlib a Sûriyeyê di encamên tîfaqên Sûriyê û Tirkiyê de gûr bûne û diyar kir ku "Herêma Bêçek" ji sivîlan vala bûne. Ebû Erac destnîşan kir ku heger tîfaq pêk neyê dê Idlibê ber bi karîseteke mezin ve biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Greva birçîbûnê ya li kantona Şehbayê ku bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li dijî Ocalan hatibû destpêkirin bi dawî dibe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Radyoya Star Fm (Dengê Jin û Jiyan) salek li pey xwe hişt. Radiyoya Star Fm ku muxateba jinê dike dikarî di nava salekî de gavên girîng di warê ragihandina deng û berxwedana jin de bavêje. Her wiha ji bo sala nû jî hewl dide dengê xwe bighîne tevahî herêmên Cizîrê.

ÇAND Û HUNER

-Navneda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê şevbêrkeke stranên filklorî li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA