Li gelek deverên Filistînê pevçûn

Li gelek deverên Filistînê di navbera welatiyên Filistînê û hêzên Îsraîlê pevçûn rû dan. Hate ragihandin ku welatiyek Filistînî mirin û hejmarek din jî birîndar bûn.

 Li gelek deverên Filistînê pevçûn
14 kanûn, 2018   19:34

XEZA

Li gelek deverên Filistînê, herî zêde li bajarê Bîrayê di navbera ciwanên Filistînê û hêzên Îsraîlê de şer û pevçûn rû da. Di şer de Mihemed Nexlê yê 18 salî ku bi guleya hêzên Îsraîlê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Heyva Sor a Filisîtnê diyar kir ku Hêzên Îsraîlê li  benda kontrolê ya bakurê bajarê Bîrayê gule li erebeya ambulansê berdan, bêyî ku zerar çêbibin.

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku li dirêjahiya xeta sînor pevçûnên giran di navbera ciwanên Filistînê û hêzên Îsraîlê de rû dan, di encam de 75 welatiyên Filistînê, 7 xebatkarên tenduristiyê û 3 rojnamevan bi guleyên rastî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî jî dane zanîn ku li gundê Mexîr ê rojhilatê bajarê Ramelayî Hêzên Îsraîlê mudaxleya çalakgeran kirin, 2 welatiyên Filisîtnê bi gueleyên plastîkî birîndar bûn û bi dehan jî di bandoara xaza rondikrêj de man.

Hate ragihandin ku pevçûnên herî dijwar li bajarê Nablusê rû dabû û hate gotin ku hêzên Îsraîlê dest li çalakiya aştiyane ya welatiyên Filistînê wer dan û li benda Hewara ya başûrê Nablûsê guleyên plastîkî avêtin çalakgeran. Li vir jî du welatî birîndar bûn. Li rawestgeha Zatera ya başûrê Nablusê îsraîliyan êrîşî wesayîtên welatiyên Filistînê kirin, di encam de hejmarek filistînî birîndar bûn, her wiha di pevçûnên li gundê Leben ê rojhilatê Nablusê de welatiyek filistînî bi guleya plastîk birîndar bû.

Li herêma Bab Zawiya ya navenda bajarê Xelîl di mudaxleya hêzên Îsraîlê ya çalakiyên ciwanên Filistînî  4 welatî birîndar bûn.

ANHA