Li Heleb û Amûdê Cejna Êzî hate pîrozkirin

Êzidiyên Heleb û navçeya Amûdê Cejna Êzî ‘Cejna Rojiya Mezin’ pîroz kirin û hêvî kirin bibe cejna aştî û aramiyê.

Li Heleb û Amûdê Cejna Êzî hate pîrozkirin
Li Heleb û Amûdê Cejna Êzî hate pîrozkirin
Li Heleb û Amûdê Cejna Êzî hate pîrozkirin
Li Heleb û Amûdê Cejna Êzî hate pîrozkirin
14 kanûn, 2018   18:48

HELEB / QAMIŞLO

Bi boneya Cejna Êzî ku civaka Êzidî piştî 3 rojiya sê rojan (Sêşem, Çarşem û Pênceşm ên hefteya destpêkê ya meha Kanûnê) pîroz dikin, Mala Êzidî ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê merasîmê pîrozbahiyê li avahiya xwe ya rojavayê taxê li dar xist.

Êzidiyên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi xwendina sirûdên ola Êzdiyatî ji hêla şagirtina ve dest pê kir. Paşê Hevseroka Mala Êzidiyan Nesrîn Gelê bi xêrhatina beşdaran kir û hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aştî û aramiyê ji bo tevahî gelan.

Di dawiya merasîm de xwarin hate amadekirin û Şêx Riyad Umer dûe û sirûdên olî gotin.

QAMIŞLO

Êzidiyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo îro ji saetên sibê ve li gorî rê û resmên xwe cejna Êzî ya ku bi navê ‘Cejna Rojiya Mezin’ tê zanîn, pîroz kir.

Mala Êzidiyan a li gundê Qezal Cox ya navçeyê ji bo pêşwazîkirina mêvana deriyê xwe vekiribû.

Gelek şand, di nav de hevserokên Meclisa Rêveber a TEV-DEM‘ê Zelal Ceger û Xerîb Hiso serdana Mala Êzidiyan kirin.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Navçeya Amûdê Leyla Îbrahîm cej li gelê Êzidî pîroz kir, her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûr pîroz kir û got, Erdogan di rojên pîroz de jî li pêşberî civaka navdewletî êrîşî gelê Êzidî dike da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

Leyla Îbrahîm got, pêwîste hemû hêzên aştîxwaz û gelên Rojhilata Navîn li hemberî dagirkeriya Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin.

ANHA