QSD‘ê 400 sivîlên din ji pençên çeteyan rizgar kirin

QSD‘ê li Hecîn û Şaifê 400 sivîlên ji çeteyên DAIŞ‘ê xilas kirin.

QSD‘ê 400 sivîlên din ji pençên çeteyan rizgar kirin
14 kanûn, 2018   18:30

DÊRAZOR

Qonaqa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê ber bi bajaroka Hecînê didome.

Nûçegihanên me ragihandin ku, piştî şerên giran di navbera QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de li Hecîn û Şaifê yê şervanan 400 sivîlên din bi pencên çeteyan rizgar kirin û derxistin cihên bi ewle.

Şervanên QSD‘ê pêş çend deqeyan li nexweşxaneya Hecînê miqdarek mezin çek û cebilxane desteser kirin.

Şer heya niha didome.

ANHA