Di roja dawî ya grevê de êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê hatin porotesokirin

Greva birçîbûnê ya li navçeya Tirbespiyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven hatibû destpêkirin, bi meşekê ji bo Şengal û Mexmûrê bi dawî bû.

Di roja dawî ya grevê de êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê hatin porotesokirin
Di roja dawî ya grevê de êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê hatin porotesokirin
Di roja dawî ya grevê de êrîşên li dijî Mexmûr û Şengalê hatin porotesokirin
14 kanûn, 2018   18:13

QAMIŞLO

Çalakiya greva biçîbûnê ya107 kesên navçeya Tirbesiyê ku bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD‘ê û Parlamantra HDP‘ê ya Colemgerê Leyal Guven hatibû destpêkirîn îro bi meşekê bi dawî bû. Çalakî ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hatibû bi rêxistinkirin.

Meş bi armanca şermezarkirina êrîşên hawayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal û Mexmûrê hate lidarxistin ku di encamê de 4 jin hatibûn qetilkirin . Meş ji ber avaiya Kongreya Star a navçeyê dest pê kir û di nava kolanên sûka navendî de geriya.

Bi sedan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn. Çalakgeran pankartên "Ji terora Erdogan re na, bijî yekitîya gelê Sûriyeyê û ji Osmaniya nû re na" hatibû vekirin, her wiha bê navber dirûşmeyên şermezarkirina bêdengiya navdewletî ya ji êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Kurdistanê hatin qîrkirin.

Meş li dawiya sûka navendî li ber navenda Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê veguherî mîtîngê.

Bi navê Kongreya Star endama kongrê Xaliya Eyûb û bi navê YPG‘ê Nûredîn Şakir axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de êrîşên Tirkiyê yên li ser Wargeha Mexmûr û Şengalê hatin, her wiha gefên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Di axaftinan de hate gotin ku Tirkiyê bi gefên xwe hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dike hedef û bang li gelê herêmê hate kirin ku li hemberî gefên Tirkiyê yekîtiya xwe xurt bikin.

Kesên axivîn destnîşna kirin ku şêniyên Tirbespiyê wê piştgirya berxwedana Leyla Guven bikin û soza dan û ew ê heya azadkirina Ocalan xeta têkoşînê bidomînin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA