13 rêxistinên siyasî li hemberî gefên Tirkiyê biryar girtin

13 partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî gefên Erdogan biryar girtin û gotin armanca dijmin ew e ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin.

13 rêxistinên siyasî li hemberî gefên Tirkiyê biryar girtin
14 kanûn, 2018   16:21

QAMIŞLO

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyyîp Erdogan beriya çend rojan daxuyanî dabû û gotibû ew ê di nava çend rojên pêş de operasyonê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Nûnerên 13 Partî û rêxistinên siyasî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van gefan li avahiya têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê ya bajarê Qamişlo civiyan.

Civîn 5 saetan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Piştî civîna girtî, civîneke çapemeniyê hate lidarxisitn û daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Sekritêrê  Partiya Çep a Kured li Sûriyeyê Mihemed Mûsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: " Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14‘ê Kanûnê ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî li herêmê bi giştî û gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet civînek li dar xist. Di dawiya civînê de hemû li ser van xalan li hev kirin:

1-Gefên Erdogan, îlankirina şer e û beşek ji planên Partiya Tîhad û Tereqî yên destpêka sedsala 20‘an e ku hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û destkeftiyên wê derbe bike, her wiha Osmaniya nû zindî bike.

2-Gefxwarinên Erdogan encamên tîfaqên navdewletî û herêmî ne, çi veşartî be anî ji eskere be, armancên wê ew e ku berjewendiyên ji demên dirêj pêk bînin, lê ev berjewendî jî li dijî berjewendiyên gelên herêmê ne.

3-Hemû pêkhate û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên azadîxwaz û demokrasîxwaz  li hemberî van planên dijber daxwaza bernameyeke stratejîk û demkî dikin.

4-Hemû pêhate û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku di aliyê siyasî û doplomasî de li hemberî planên dijber bisekinin û gel ji êrîşên hawayî biparêzin. Li ser vê yekê wekî partî û hêzên siyasî em wisa biryar da:

1-Hemû partî dê rastiya rewşa heyî zelal bikin û bang li girseya gel bi hemû pêkhateyên wê bikin ku li ber xwe bibe û bi xaka û rûmeta xwe bernede, ji ber ku armanca dijmin herêmê vala bike.

2- Komîteyek şopandinê ji hêzên siyasî yên ji hemû pêkhateyan were avakirin, erka komîteyê ev e:

-Çalakiyên gel bi rêxistin bike.

-Têkildarî rewşa heyî bi hemû hêz û aliyên eleqedar pêwendî çêbike.

-Pêngên ragihandinê bi rêxistin bikin ku li hemberî ragihandina dijber rastiyê ji gel re bide şîrovekirin.

-Gel bi rêxistin bikin ku tedbîrên xweparastinê bigirin.

Partiyên ku daxuyanî dane ev:

-Tevgera Guhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq El-Weteniye)

-Partiya Komunist a Kurdistanê

-Partiya Muhafezkaran

-Partiya Karker a Kurdistanê

-Partiya Nûjen a Kurdistanê

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

-Partiya Yekitiya Suryan li Sûriyeyê

-Paritya Yekitiya Demokratîk

-Kombûna Demokrat û Çepgerên Kurd

-Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê

-Desteya Niştimanî ya Erebî

ANHA