Meclisa navçeya Dêrikê gefên Tirkiyê şermezar kirin

Meclisa navçeya Dêrikê gefên dagirkeriya Tirkiyê li dijî Sûriyê şermezar kirin û gotin, gefxwarinên dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê û projeya biratiya gelan dike hedef.

Meclisa navçeya Dêrikê gefên Tirkiyê şermezar kirin
14 kanûn, 2018   14:42

QAMIŞLO

Têkildarî gefên dawî yên dagirkeriya Tirkiyê ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Firatê bike, bi dehan şêniyên herêma Dêrikê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî dan.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê rêvebera meclisa navçeya Dêrikê Seyda Hana Îbrahîm û Rêveberê PYD‘ê Mihemed Seyîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Bi navê Meclisa navçeya Dêrikê, sazî û pêkhateyên wê em gefêxwarinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û êrîşên li ser gelê me yên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û Şengalê bi tundî şermezar dikin.

Hemû pêkhateyên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefxwarin û polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê wê bibin mertal. Hikûmeta AKP‘ê ji destpêka aloziya Sûriyeyê hewl dide beşek ji axa Sûriyeyê qut bike û tev li Tirkiyeyê bike.

Di demekê de ku DAIŞ‘ê di Pêngava Bagera Cizîrê de henseya dawî dikişîne, dagirkeriya Tirkiyê gefên êrîşan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, dixwaze bi vê yekê temenê DAIŞ‘ê dirêj bike. Armanca Tirkiyê derbekirina jiyana hevbeş û mozayîka civakî ya gelê Sûriyeyê.

Em bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku li hemberî gefxwarinên Tirkiyê hêza xwe bikin yek. Her wiha em bang li civaka navdewletî û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkêşiya wê dike dikin ku li hemberî planên dijber ên dagirkeriya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwest nîşan bibe."

ANHA