PYD`ê Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî li civaka Êzidî û hemû gelên herêmê pîroz kir.

PYD`ê Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir
14 kanûn, 2018   12:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê Cejna Êzî anku Cejna Rojiya Mezin pîroz kir.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"Îro Cejna Êzî ye û Rojhilata Navîn û cîhanê pêşketinên girîng rû didin. Kurdên Êzidî rastî gelek komkujiyan hatin, ya dawîn li ser destê rêxistina terorîst pêk hat, ev komkujî ya 74’an di 2014`an de pêk hat. Gelê Şengalê û çand û cihên dîrokî rastî qirêjiya terorê hatin, tevî berxwedana dîrokî ya HPG, YPG û YPJ`ê ku bi deh hezaran Êzidî ji terorê rizgar kirin, îro bi rêya Yekîneyên Berxwedana Şengalê û hemû kesên ku parastina mafê jiyanê yê wan dikin, lê hîna jî metirsî li ser wan heye. Projeya demokratîk û mafê civaka Êzidî ku xwe bi xwe bi rê ve bibe û parastina xwe bike asteng dibe, armanc ku ewlekarî ne tenê li Şengal û her derê pêk neyê. Îro rasthatina Cejna Êzî ye, di demeke ku siyasetên AKP`ê û gefên serokkomarê Tirkiyeyê berdewam dikin.

Wek Meclisa gGiştî ya PYD`ê bi vê minasebetê gelên herêmê, bi hemû olên wê di serî de Kurdên Êzidî vê roja dîrokî pîroz dikin, em bang li hemû hêzên aştîxwaz ên cîhanê û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku li gorî rastî û rêgez û rêyên jiyana hevbeş û biratiya gelan bibin yek. "

(jo)

ANHA